Li 4 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê şilope û berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, hewa wê ewrayî be û li Erzurum, Kars, Ağrı û Ardahanê şilope û berf wê bibare.
Li herêmê germa hewayê li gor şert û mercên demsalê tê payîn.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 6, li Tunceliyê 4, li Erzurum û Erzincanê pileyek, li Ağrıyê sifir, di binê sifirê da li Karsê 2 pile û li Ardahanê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê li Îdirê 16, li Tunceliyê 13, li Erzincanê 10, li Karsê 7, li Ağrı û Ardahanê 6 û li Erzurumê 4 pile tê payîn.
AA