Ji Meteorolojiyê bo 4 bajaran hişyarî!

Ji Meteorolojiyê bo 4 bajaran hişyarî!

Ji bo Van, Hakkari, Bitlis û Muşê hişyariya şepe, cemed û qeşayê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî derbas bibe, serê sibê û bişev mij û xumam wê çêbibe. 

Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê di navbera pileyek û 3 pileyî da zêde bibe.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Hakkariyê 3, li Muşê 2 pile, li Vanê pileyek û di binê sifirê da li Bitlîsê 3 pile tê payîn.

Ji ber ku li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye û cemed û qeşa tê payîn, divê welatî baldar bin û tevdîra xwe hildin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE