Ji Meteorolojiyê bo 4 bajaran hişyarî

Ji bo Van, Bitlis, Hakkari û Muşê hişyariya cemed û hişkiyê hat dayîn.

Ji Meteorolojiyê bo 4 bajaran hişyarî

Ji bo parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Van, Bitlis, Hakkari û Muşê hişyariya cemed û hişkiyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be.

Li herêmê germahiya hewayê dê li gor demsalê 2 an 4 pile zêde be û ba ji aliyê rojava û başûrê rojava va nerm car carna nîveqewî bê. Li Gola Vanê jî ji rojava û başûrê rojava va di hêza 3 û 5an da bê.

Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Hakkari, Van û Muşê 10 û li Bitlisê jî 6 pile be.

Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û qeşayê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tedbîrên xwe hildin.

Ji xeynî van li Vanê ji ber berf û bagerê rêya 14 gund û goman girtî ye. Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE