Ji Meteorolojiyê bo 4 bajaran hişyarî!

Meteorolojiyê ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya qeşa û şepeyê da

Ji Meteorolojiyê bo 4 bajaran hişyarî!

Ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, serê sibê mij û dûman wê çêbibe.

Li herêmê germahiya hewayê wê zêde neguhere, ji aliyê bakur car caran ba wê rabe.

Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Mûşê 11, li Bidlîsê 8, li Hekariyê 7, li Wanê jî 5 pile hat pîvan.

Nava rojê germahiya hewayê ya herî zêde jî wê li Wanê 5 pile, li Hekariyê 4 pile, li Bidlîs û Mûşê jî pileyek be.

Li ser Gola Wanê hewa wê ewrsayî û kêmewrayî be, car caran ji aliyê bakur û rojavayê bakur ba wê rabe.

Li tevahiya herêmê qeşa û li deverên bilind şepe tê payîn, ji ber vê hişyarî hat dayîn ku welatî bila baldar bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE