Ji Meteorolojiyê bo 4 bajarên li herêma rojhilatê hişyariya baranê

Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê daxuyanî da û ragihand ku li seranserê herêmê wê hewa ewrayî û car caran jî pir ewrayî be.

Ji Meteorolojiyê  bo 4 bajarên li herêma rojhilatê hişyariya baranê

Li Erzirom, Erzincan, Erdexan û Qersê tê payîn ku tevlî birqetavê wê baranê bibare.

Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê daxuyanî da û ragihand ku li seranserê herêmê wê hewa ewrayî û car caran jî pir ewrayî be.

Ji danê nîvrojê pê va wê li Erzirom, Erzincan, Erdexan û der û dorê Qersê wê baran û taviya birqetav hebe.

Germahiya li herêmê wê li gor asta demsalê be û bayê ji alî bakur va bê jî wê hênik û car caran jî bi bandor be.

Di nav rojê da germahiya herî zêde li Îdirê 35, Agiriyê 31, Erzincanê 30, Erziromê 29, Qersê 28 û Erdexanê jî 25 pile tê payîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE