Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê dem demî barana gur wê bibare.
Germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê di navbera 2 û 4 pileyan da zêde be, ji hêla bakur va jî car caran bayekî nîvqewî wê rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 10 pile, li Agiriyê 6 pile, li Erzinganê 5 pile, li Qersê 2 pile, li Erzirom Erdexanê jî sifir pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 18 pile, li Erzinganê 17 pile, li Erzirom û Agiriyê 12 pile, li Qersê 10 pile û li Erdexanê jî 8 pile tê payîn.
AA