Ji Meteorolojiyê bo 5 bajaran hişyarî

Li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê mij û xumam tê payîn

Ji Meteorolojiyê bo 5 bajaran hişyarî

Ji bo Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya mij û xumamê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 13em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêma ku Meletî, Elezîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyeman lê ye heta serê sibehê hewa wê ewrayî û pirewrayî be, li Elezîz û Tunceliyê serê sibê baran wê bibare.

Li 5 bajaran germa hewayê wê neguhere.

Ji ber ku li bajarên navborî bi şev û serê sibê mij û xumam tê payîn, hişyarî hat dayîn ku welatî di trafîkê da baldar bibin û tevdîra xwe hildin.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Mijdar 2018, 09:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE