Ji bo Edene, Osmaniye, Hatay, Gazîentab, Kilîs, Şanliurfa û Adiyamanê hişyariya barana gur hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 6emîn a Meteorolojiyê ji êvarê pê va li Behra Spî ya Rojhilat û li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê barana gur wê bibare.
Di daxuyaniyê da hat gotin li Edene, Osmaniye, Hatay, Gazîentab, Kilîs, Şanliurfa û Adiyamanê sibê heta êvarê baraneke gur wê bibare.
Hat gotin divê li hember lehî, birûsk, baran û bayê xurt welatî hişyar û bitevdîr bin.
AA