Ji Meteorolojiyê bo du bajaran hişyarî!

Li Herêma Rojhilata Anadoluyê li Qers û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn

Ji Meteorolojiyê bo du bajaran hişyarî!

Li Herêma Rojhilata Anadoluyê li Qers û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.

Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa serê sibê kêm ewrayî, sayî û paşê wê bibe ewrsayî û ewrayî, piştî nîvro jî li aliyê bakurê Qersê û li Erdexanê tavî û teyrok wê çêbe.

Li herêmê germahî wê li gor demsalê be.

Germa hewayê bi şev herî kêm li Erdexan û Agiriyê 7, li Qers û Erziromê 8, li Tunceliyê 11, li Erzincanê 13, li Îdirê 17 pile hat pîvan.

Li gor texmînê nava rojê germa hewayê wê li Îdirê 32, li Tunceliyê 30, li Agiriyê 28, li Erzincanê 27, li Qersê 24, li Erziromê 23 û li Erdexanê 20 pile be.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 îlon 2018, 15:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE