Hat ragihandin ku îstiqameta firtoneya tropîk a ku li Behra Spî a Navîn çêbû û dihat payîn ku ji serê sibê pê va bandora wê li ser qeraxên rojavayê Tirkiyeyê çêbibe, guherî û tê texmînkirin ku bager wê li ser Nîvegrava Morayê ra were ser Behra Egeyê, şîdeta xwe wê kêm bike û ber bi bakur here.
Midûrê Giştî yê Meteorolojiyê Volkan Mutlu Coşkun der heqê firtoneya tropîk ku dihat payîn ku bandora wê li ser qeraxên Egeyê û rojavayê Marmarayê çêbe da daxuyaniya nivîskî da.
Coşkun diyar kir, li gor texmînên dawîn ên îro îstiqameta firtoneya tropîk a ku li Behra Spî a Navîn çêbû û dihat payîn ku ji serê sibê pê va bandora wê li ser qeraxên rojavayê Tirkiyeyê çêbibe, guherî û wiha dewam kir: "Tê texmînkirin ku bager wê li ser Nîvegrava Morayê ra ser Behra Egeyê were û şîdeta xwe wê kêm bike û ber bi bakur here."
AA