Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li herêmê germa herî kêm di binê sifrê da bi 26 pileyî va li Ağrıyê hat pîvan

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji bo Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be.

Tê payîn ku germa hewayê ya herêmê li gor şert û mercên demsalê be.

Bi şev germa herî kêm di binê sifrê da li Ağrıyê 26, li Karsê 19, li Erzurumê 16, li Ardahanê 14, li Iğdırê 10, li Erzincanê 9 pile hat pîvan.

Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Iğdırê 7, li Erzincanê 5, di binê sifrê da li Erzurum, Kars û Ardahanê 4, li Ağrıyê 9 pile tê payîn.

Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandokenê 75, li Sarıkamışê 55 û li Erganê 26 santêm hat pîvan.

Ji ber ku li tevahiya herêmê qeşa, cemed û cî bi cî mij tê payîn, hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE