Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê serê sibê û şev qeşa û hişkî wê çêbibe.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê perçe ewrayî be.

Li herêmê germa hewayê wê di navbera 1 û 2 pileyan da zêde be, ji hêla bakur va jî car caran wê ba rabe.

Bi şev germa herî kêm di binê sifrê da li Karsê 22, li Ağrıyê 20, li Ardahan û Erzurumê13, li Iğdırê 3, li Erzincanê jî 2 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzincanê 5 pile li Îdirê 4 pile, li Ağrıyê di binê sifrê da 4 pile, li Kars û Ardahanê jî di binê sifrê da 2 pile tê payîn.

Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandökenê 78, li Sarıkamışê 60 û li Erganê 33 santêm hat pîvan.

Ji ber ku li herêmê qeşa, cemed û hişkî tê payîn, hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE