Ji bo Erzurum, Erzincan, Ağrı, Iğdır, Ardahan û Karsa bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrayî be, ji danê êvarê pê va li Erzurumê, ji serê sibê û êvarê pê va jî li Erzincan bi navber berf wê bibare.
Li herêmê germa hewayê wê di navbera 2 û 3 pileyan da zêde bibe.
Bi şev germa herî kêm li Agiriyê sifir, li Kars û Erzurumê pileyek, li Iğdır û Ardahanê 2 pile û li Erzincanê 6 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Iğdırê 10, li Erzincanê 9, li Erzurum û Ardahanê 5, li Kars û Agiriyê 4 pile tê payîn.
Li herêmê qalindahiya berfê li Agiriyê 41, li Karsê 12, li Erzurumê 6, li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandokenê 73, li Sarıkamışê 63 û li Erganê 28 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li tevahiya herêmê qeşa, cemed tê payîn û ji ber talûkeya şepeyê rayedarên meteorolojiyê hişyarî da ku welatî baldar û bi tevdîr bibin.
Ji aliyê din va bi taybetî li Erzurum, Erzincan û Ardahanê bagereke xurt tê payîn û ji bo çûyîn û hatin, pûk, firîna baniyan û jehrîketina ji ber sobeyan jî hişyarî hat dayîn.
Li Erzurum, Kars, Tuncelî, Iğdır, Ağrı û Erzincanê ji ber berf û bagerê rêya 840 tax û gundan hat girtin.
Li herêmê ber berf û bager çendeke dewam dike.
Li Erzurumê rêya 464 tax û gundan, li Agiriyê rêya 179 tax û gundan, li Erzincanê rêya 92 tax û gundan, li Tunceliyê rêya 89 tax û gundan, li Iğdırê rêya 14 tax û gundan, li Karsê jî rêya 2 gundan ji ber berf û bagerê hat girtin.
Tîmên şaredariyê, yên Îdareya Taybet a Bajêr û Rêbejayê ji bo rê bên vekirin, dixebitin.
Ji bo vekirina rê gelek dozer, greyder, kepçe û kamyon tên bikaranîn.
Ji ber ku berf û bager car caran zêde dike, xebat bi zehmetî dewam dikin.
AA