Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Cihên bilind ên Rojhilatê Behra Reş û aliyê rojhilat ê Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfa zêde dibe ku şepe çêbibe.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê daxuyand li qismên hundir û navîn ên welêt qeşa û hişkî wê çêbibe, cihên bilind ên Rojhilatê Behra Reş û aliyê rojhilat ê Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfa zêde dibe ku şepe çêbibe.

Li gor daxuyaniyê li giştiyê welêt îro hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.

Li Marmara, Behra Spî, qeraxên Egeya Başûr, rojhilat û bakurê Anadoluya Navîn, rojava û navîn a Behra Reş, Kütahya, Giresun, Trabzon, Gümüşhane, Bayburt, Erzincan, Tunceli, Malatya, Gaziantep û Kilisê baran wê bibare. Li qerexan baraneke gur û li cihên din jî him baran û him jî şilope wê bi hevra bibare.

Germahiya hewayê li aliyên rojava di navbera 2-4 pileyan da zêde bibe, li cihên din wê zêde guherîn çênebe.

Ji aliyê başûr û başûrê rojava va ba wê rabe.

Meteorolojiyê daxuyand cihên bilind ên Rojhilatê Behra Reş û Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfa zêde dibe ku şepe çêbibe, ji ber vê divê welatî bi tevdîr û baldar bin.

Ji bilî vê hat gotin ji ber qeşa û hişkiyê jî divê welatî hişyar bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE