Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Germahiya hewayê ya herî kêm bişev di bin sifirê da li Ağrıyê 22 pile hat pîvan

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji bo Erzurum, Erzincan, Kars, Ağrı, Ardahan û Iğdırê hişyariya qeşa û şepeyê hat kirin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê ewrayî û perçe ewrayî be, li rojhilat û başûrê Ağrıyê û rojhilatê Iğdırê heta danê nîvro wê car caran berfê bibare.

Germahiya hewayê wê di navbera 1 û 3 pileyan da zêde be û ji aliyên cuda wê bayê hênik bê.

Germahiya hewayê ya herî kêm bişev di bin sifirê da li Ağrıyê 22, li Ardahanê 18, li Karsê 17, li Erzurumê 13, li Erzincanê 9, li Iğdırê jî 7 pile hat pîvan.

Stûriya berfê ya li navendên kaşûnê yên wek Palandokenê 85, Cibiltepeyê 70 û Erganê jî 63 santîmêtro hat pîvan.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê ya herî zêde li Iğdırê 8 pile, li Erzincanê 3 pile, li Karsê 0 pile, li Agiriyê di bin sifirê da 5 pile, li Ardahanê di bin sifirê da 4 pile, li Erzurumê di bin sifirê da 3 pile be.

Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Palandokenê 83, li Erganê 71 û li Cibiltepeyê 70 santêm hat pîvan.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo qeşa û şepeyê baldar bin û bê tevdîr nemînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE