Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed, hişkî û şepeyê hat dayîn.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be û herwiha nîvê şevê û destê sibehê hişkî û cemed dê bikeve erdê.

Li herêma ku germahî dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim ku li Iğdırê 7 pile hat pîvan, di bin sifirê da li Agiriyê 7, li Karsê 6, li Aradahanê 4, li Erzurum û Erzincanê jî 2 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir û Erzincanê 18, li Ardahan, Erzurum û Karsê 10 û li Ağrıyê jî 7 pile be.

Sitûriya berfê li navendên kaşûnê li Erganê 77, Palandokenê 75, li Cibiltepeyê jî 70 santîmetre hat pîvan.

Rayedarên meteorolojiyê ligel hişkiyê, ji bo pal û ciyên bilind ku berf lê heye, hişyariya şepeyê dan û destnîşan kirin ku divê welatî û kesên eleqedar li hemberî rewşên nexweş baldar û bi tedbîr bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2020, 11:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE