Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji bo Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed, mij û şepeyê hat dayîn.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê kêmewrayî be, destê sibê û bi şev jî wê hişkî û cemed çêbibe. 

Li herêmê germahiya hewayê wê bi qasî 2-3 pileyan li gor demsalê zêde be, ji aliyê başûr va ba wê rabe.

Li herêmê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Ağrıyê di binê sifirê da 8, li Kars û Ardahanê di binê sifirê da 5 pile, li Erzurumê di binê sifirê da 3 pile, li Erzincanê di binê sifirê da 2 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê û Erzincanê 19, li Ardahanê 13, li Erzurumê 12, li Karsê 11 û li Ağrıyê jî 6 pile be.

Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Erganê 75, li Palandokenê 71 û li Cibiltepeyê jî 63 santêm hat pîvandin.

Rayedarên meteorolojiyê ji bo cemed, şepe û hişkiyê hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE