Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li hemberî xetereya şepeyê welatî hatin hişyarîkirin.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li hemberî xetereya şepewelatî hatin hişyarîkirin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Erzurumê 1, li Ağrıyê 2, li Kars û Ardahanê 3, li Tunceliyê 4, li Erzincanê 8 û li Iğdırê jî 9 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Iğdırê 19, li Tuncelî û Erzincanê 17, li Ardahanê 12, li Erzurum û Karsê 11 û li Ağrıyê jî 9 pile be.

Sitûriya berfê li navendên kaşûnê li Palandokenê 73, li Erganê 54 û li Cibiltepeyê jî 44 santîmetre hat pîvan.

Rayedarên meteorolojiyê ji bo pal û ciyên bilind ku berf lê heye, hişyariya şepeyê dan û destnîşan kirin ku divê welatî û kesên eleqedar li hemberî rewşên nexweş baldar û bi tedbîr bin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE