Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed, hişkî û şepeyê hat dayîn.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed, hişkî û şepeyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê perçe ewrayî be.

Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji milê bakur jî wê ba rabe.

Bi şev germahiya herî kêm li Îdirê 7 pile, li Erzingan û Agiriyê pileyek, li Tunceliyê 0 pile, li Qersê di binê sifirê da 4 pile, li Erzirom û Erdexanê di binê sifirê da 4 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tuncelî û Îdirê 17 pile, li Erzinganê 15 pile, li û Agiriyê 9 pile, li Erzirom û Qersê 8 pile û li Erdexanê jî 6 pile tê payîn.

Meteorolojiyê daxuyand nîvê şevê û destê sibê hişkî û cemed wê çêbibe, li cihên bilind jî talukeya şepeyê heye ku ji ber vê bila welatî baldar bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE