Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Erzirom, Qers, Erzingan, Erdexan, Agirî û Îdirê wê bagereke leza wê di saetekê da di navbera 40 û 70 kîlomêtroyê da tê, çêbibe

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji bo 6 bajarên li Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya bagerê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û pir ewrayî be.

Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr û başûrê rojava va ba wê bixurt bê.

Li Erzirom, Qers, Erzingan, Erdexan, Agirî û Îdirê wê bagereke leza wê di saetekê da di navbera 40 û 70 kîlomêtroyê da tê, çêbibe.

Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Erdexanê 5, li Erzirom û Qersê 6, li Tunceliyê 8, li Agiriyê 9, li Erzinganê 10, li Îdirê jî 16 pile hat pîvan.

Li gor texmînê germahiya hewayê di nava rojê da wê li Îdirê 28, li Erzinganê 25, li Tunceliyê 24, li Agiriyê 22, li Qersê 20, li Erziromê 19 û li Erdexanê jî wê 18 û pile be.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 10:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE