Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji Meteorolojiyê bo Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya ba û bahozê hat dayîn.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê serê sibê hewa wê kêm ewrayî û sayî be, demdemî jî wê perçe ewrayî be.

Germa hewayê li herêmê wê li gor demsalê be, heta nîvro ji hêla başûr va bayekî nîvqewî wê rabe, piştî nîvro jî demdemî wê di saetê da di navbera 50 û 70 kîlomêtroyî da ba wê rabe.

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm a bişev li Qers û Agiriyê 5, li Erdexanê 6, li Erziromê 8, li Erzincanê 11 û li Îdirê 14 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 32, li Erzincanê 27, li Agiriyê 24, li Erdexanê 23, li Qersê û Erziromê 21 pile tê payîn.

Rayedaran daxuyand ji ber ku ba hêza xwe xurt bike û bibe bahoz divê welatî bitevdîr bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE