Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 4 parêzgehan tavî dê were.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa perçe û pir ewrayî be û herwiha li dewrûbera Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê jî tavî û taviya bibirqetav were.

Tê texmînkirin ku li herêmê germahî dê 2 an jî 3 pile di bin asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr nerm, li dewrûbera Erzirom û Erzinganê jî bi demê ra qewî were.

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Erdexan û Agiriyê 7, li Qersê9, li Erziromê 10, li Erzinganê 11 û li Îdirê jî 18 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 32, li Erzinganê 27, Qersê 26, li Agirî û Erdexanê 25 û li Erziromê jî 21 pile be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE