Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li 6 bajarên rojhilatê tavî û teyrok tê payîn

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Hat ragihandin ku li hin bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê piştî nîvro bi navber tavî û teyrok wê çêbibe.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa ewrsayî û ji saetên nîvro pê va li Erzurum, Erzincan, Ağrı, Kars, Ardahan û Iğdır bi navber barana gur wê bibare û teyrok wê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Karsê 7, li Ardahanê 8, li Ağrıyê 9, li Erzurumê 10 li Erzincan û Iğdırê 18 pile hat pîvan.

Nava rojê jî germa herî zêde li Erzincanê 34, li Iğdırê 33, li Ağrıyê 27, li Kars û Ardahanê 26, li Erzuromê 25 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE