Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li bakurû rojhilatê welêt hewayê ewrsayî û ewravî be.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Tê texmînkirin ku ew ê îro li peravê Behra Reş a Navîn û Rojhilat, rojhilatê Herêma Rojhilatê Anadoluyê, Sînop, Çankiri, Çorum, Elezîz, Tuncelî û Bîngolê û li bakurê Meletiyê şiliyê bibare. 

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li bakurû rojhilatê welêt hewayê ewrsayî û ewravî be.

Tê texmînkirin ku ew ê îro li perava Behre Reş a Navîn û Rojhilat, rojhilatê Herêma Rojhilatê Anadoluyê, Sînop, Çankiri, Çorum, Elezîz, Tuncelî û Bîngolê û li bakurê Meletiyê şiliyê bibare û ewrê têxin gurînî. Li ciyên din jî hewayê sayî û ewrsayî derbas bibe.

Li bendê ne ku li peravên Artvîn û Rîzeyê baran gur bibe. Ji bo pirsgirêkan hişyarî dan welatiyan ku bira bêyî tevdîr nemînin.

Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, guherîneke mezin tunebe. Dibe ku li aliyên peravê hinekî germ bibe.

- Hişyariya ba û bagerê

Li Behra Sipî, Rojhilat û û Başûrê Rojhilatê Welêt bayê hindik rabe, li Ege û Marmarayê bayê hinekî zêde be, dibe ku li Erzirom, Mûş û Bidlîsê bayekî guj wê rabe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE