Tê texmînkirin ku îro li başûrê Rojhilatê Anadoluyê bayekî gur û cih cihan jî bahoz dê rabe. Her wiha li rojhilatê Behra Reş a Rojhilat û rojhilatê bakurê Rojhilatê Anadoluyê tavî û taviya bibirqetav dê were.
Li gorî hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, îro li rojhilatê bakurê welêt hewa dê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Tê texmînkirin ku li rojhilatê Behra Reş a Rojhilat û rojhilatê bakurê Rojhilatê Anadoluyê tavî û taviya bibirqetav dê were. Li ciyên mayîn jî hewa dê kêm ewrayî û sayî be.
Germahiya hewayê jî li ciyên baran bibare 2 an 4 pile, li ciyên mayîn jî 1 an 3 pile dê zêde bibe.
Ji ber tavî, bayê gur û bahozê welatî divê baldar bin ku rewşeke neyînî neqewime.
AA