Tê texmînkirin li bakurê rojhilatê Türkiyeyê wê barana gur bibare, li tevahiyê welêt jî germahî wê 4-8 pile zêde bibe.
Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê li bakurê rojhilatê welêt hewa perçe ewrayî, car caran jî wê pir ewrayî be.
Li Kars, Ardahan û Bayburtê, nava Artvînê, rojhilatê Gumuşhaneyê û bakurê Erzurumê barana gur wê bibare û tavî çêbibe. Li cihên din hewa wê kêm ewrayî û sayî be.
Germahiya hewayê wê li Herêma Behra Reş li gor demsalê 2-4 pile zêde be, li cihê din ên welêt jî germahî wê li gor demsalê 4-8 pile zêde.
Di navbera saet 11.00-16.00an da ji ber ku tîrêjên tavê tîk tên û zêde germ e hişyarî hat dayîn ku zarok, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, kal û pîr bila dernekevin derva, derketin jî bila ji bo germê baldar bin.
AA