Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Rojhilat ji bo cihên bilind hişyariya qeşa û cemedê

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji bo cihên bilind ên bajarên Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya  Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.

Tê texmînkirin ku li herêmê germahî wê di navbera pileyek û 3 pileyan da kêm bibe, ji aliyê rojava car caran nerm û car caran jî nîveqewî bê.

Li Gola Wanê ba wê ji rojhilat xwe bakur di saetê da 40 kîlomêtro bilez bê, hewa wê kêm ewrayî be, dîtina mesafeyê wê zelal be.

Li herêmê bi şev germahiya herî kêm a hewayê li Hekariyê 10, li Wanû Muşê 8, li Bidlîsê jî 6 pile be.

Şev û serê sibê ji ber ku li cihên bilind ê herêmê qeşa û cemed wê çêbibe, hişyarî hat dayîn ku gel bi tevdîr be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE