Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Rojhilatê Anadoluyê qeşa û mij wê çêbibe...

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê qeşa û cemed wê çêbibe.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.

Li başûrê Erzurum û Erzincanê ji nîvro pê va dem demî baranê bibare, paşê berf û baran wê bi hev ra bibare.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, car caran ji hêla başûr va bayekî nîvqewî û hin caran jî nîvqewî wê rabe.

Ji ber ku li herêmê serê sibê û bi şev min, qeşa û cemed wê çêbibe, divê welatî û rayedar baldar bin û tevdîra xwe hildin.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erzincanê pileyek, li Iğdır û Ağrıyê di binê sifirê da pileyek, li Erzurumê 2, li Kars û Ardahanê 8 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Iğdırê 8, li Erzincanê 6, li Ağrıyê 5, li Erzurumê 4, li Kars û Ardahanê jî 2 pile tê payîn.

Germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da 15 pileyan va li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvan.

Qalindahiya berfê li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê 22 li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 19,  li Navenda Kaşûnê ya Kobakliyê 18, santêm hat pîvan.

- Li Karsê mij û dûman

Li Karsê ji ber hewaya sar mij û dûmaneke zêde çêbû.

Mija ku duh li bajêr dest pê kir serê sibê zêde bû. Ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 10 mêtroyan kêm bû.

Li ser dar û beran qirawî çêbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE