Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Van, Bitlis û Muşê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be, nîvê şevê li rojavayê Wanê û her wiha li dewrûbera Bitlis û Muşê şilope û berf dê bibare.
Li herêmê her wiha germahiya hewayê dê di li gorî pileyên asayî yên demsalê be, ba dê ji başûr û rojava nerm û carinan jî niveqewî were.
Li Behra Vanê ba ji rojava dê bi 30-40 kîlometre lezê were, mesafeya dîtinê di dema bûsî û barîna şilopeyê da nîvî nîvî vekirî, di dema mijê da jî dê zeîf be.
Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Vanê 5, li Muşê 4, li Hekariyê 3 û li Bitlis jî 2 pile be.
Li herêma ku tê texmînkirin berbangê û nîvê şevê mij û bûsî dê çêbe, hat xwestin ku welatî û peywirdar baldar û bitedbîr bin.
AA