Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê hişyariya hişkî û cemedê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa kêm ewrayî be.
Li herêma ku tê texmînkirin nîvê şevê û destê sibehê hişkî û cemed dê çêbe, germahiya hewayê dê di asta demsalê da be.
Ba dê ji bakur û rojhilat nerm û carinan jî niveqewî were.
Li Behra Vanê ba ji rojhilat û bakurê rojhilat dê bi 10-30 kîlometre lezê were, mesafeya dîtinê jî dê vekirî be.
Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Hakkariyê 5, li Vanê 3, li Bitlisê 2 û li Muşê jî pileyek be.
Li herêmê ji ber ku berbangê û nîvê şevê mij û bûsî dê çêbe, hat xwestin ku welatî û peywirdar baldar û bi tedbîr bin.
AA