Ji bo bajarên Wan, Bitlis, Muş û Hakkariyê yên li ser Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya şepe, hişkî û qeşayê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê li seranserê herêmê hewa wê kêm ewrayî be.
Li herêmê bi şev û ber destê sibê qeşa û hişkî tê payîn û germahiya hewayê jî wê li gor demsalê be.
Di nav rojê da germahiya herî zêde wê li Vanê 6, li Bitlisê 2, li Hakkariyê 0, li Muşê jî di ninê sifirê da 2 pile be.
Ji rayedar û welatiyan hat xwestin ku bila ew ji ber şert û mercên hewayê, talûkeya şepeyê bi baldar bin û bê tevdîr nemînin.
AA