Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li rojhilatê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Ağrıyê hat pîvan.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev germa hewayê ya herî kêm 18 pile di binê sifirê da li Ağrıyê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, serê sibê cî bi cî qerm û qeşa wê çêbibe û tê payîn ku mij û xumam jî çêbibe.

Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Ağrıyê 18, li Ardahanê 16, li Karsê 14, li Erzurumê 9, li Iğdırê 8 û li Erzincanê 2 pile hat pîvan.

Li gor texmînê nava rojê germa hewayê wê li Erzincanê 9, li Erzurum û Iğdırê 2, di binê sifirê da li Karsê 2 ,li Ağrıyê 5, li Ardahanê 7 pile be.

Ji ber ku li tevahiya herêmê qerm û qeşa tê payîn, şofêr di serî da divê welatî û rayedar baldar û bitevdîr bin.

Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Palandokenê 48, li Konakliyê 36, li Sarîqamişê 2 santêm hat pîvan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE