Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Rojhilatê Anadoluyê ji bo 4 bajaran hişyariya qeşa û hişkiyê

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Rojhilatê Anadoluyê ji bo bajarên hWan, Bitlis, Muş û Hakkariyê hişyariya şepe, qeşa û hişkiyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.

Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be, serê sibê û şev hişkî, min û dûman wê çêbibe.

Ji hêla bakur û rojhilat car caran bayekî nerm û carinan jî bayekî niveqewî wê were. 

Li Behra Vanê ji hêla rojhilat û bakurê rojhilat va bayekî bi 20-50 kîlometrê lezê were.

Germahiya nava rojê ya herî zêde wê li Vanê 4, li Bitlis û Hakkariyê 2, li Muşê jî di binê sifirê da 4 pile be.

Li tevahiya herêmê ji ber şepe, qeşa û hişkiyê hat xwestin ku welatî bitevdîr bin.

- Li Mûşê mij û dûman

Li Mûşê ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê heta 10 mêtroyan kêm bû.

Ekîbên li ser rêyên Mûş û Bidlîsê, Mûş û Bîngolê kontrolan dikin hişyarî dan ku şofêr baldar bin.

Mij û dûmana li ser Deşta Mûşê dîmenên xweş derxist holê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE