Ji bo Van, Hakkari, Bitlis û Muşê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê zêde be.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Vanê 8, li Hakkariyê 6, li Bitlisê 4 û li Muşê 3 pile tê payîn.
Li herêmê ji ber ku li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye, her wiha ji ber ku qeşa û cemed wê çêbibe divê welatî di çûyîn û hatinan da baldar bin tevdîra xwe hildin.
AA