Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Rojhilatê ji bo 4 parêzgehan hişyariya şilope û berfê...

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji bo parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê hişyariya şilope û berfê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê kêm û perçe ewrayî be.

Li herêma ku germahiya hewayê dê di ser asta demsalê da be, ba dê ji başûr û rojava nerm û carinan jî niveqewî rabe, li Gola Vanê jî ji milê rojhilat û bakurê rojhilat cih cihan bi hêza 2 an 4 kîlometreyî rabe.

Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Vanê 11, li Hakkariyê 9, li Bitlisê 7 û li Muşê jî 6 pile be.

Tê texmînkirin li tevahiya herêmê nava rojê şilope û nîvê şevê jî berf dê bibare.

Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û qeşayê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tedbîrên xwe hildin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE