Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji bo Van, Hakkari, Bitlis û Muşê hişyariya şepe, cemed û qeşayê hat dayîn.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be, li Van û Hakkariyê berf wê bibare.

Li herêmê germa hewayê li gor demsalê wê zêde bibe.

Nava roja germa hewayê ya herî zêde li Hakkariyê pileyek, li Muşê 0, di binê sifirê da li Bitlisê 6 û li Vanê pileyek tê payîn.

Ji ber ku li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye û li herêmê qeşa û cemed tê payîn, divê welatî baldar û bi tevdîr bin.

- Li 4 bajarên herêma Rojhilatê rêya 307 tax û gundan girtiye

Li Van, Hakkari, Bitlis û Muşê ji ber berf û bagerê rêya 307 tax û gundan girtiye.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê li bajêr ji ber berfê rêya 115 taxa û gundan hat girtin.

Ekîbên rêvekirinê li herêmê xebatên xwe didomînin.

Ji ber ku rêya Van û Baxçesarayê girtiye, çûyîn û hatin ji ser Hîzana navçeya Bitlisê çêdibe.

- Bitlis

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bitlisê Umît Kurtkan diyar kir ku berf û bagerê rêya 80 tax û gundan girt.

Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet û Şaredariyê berfa rêyên gundan û kuçe û kolanan avêtin û xoyê reşandin.

- Hakkari

Li Hakkariyê ji ber berf, bager û şepeyê rêya 21 gundan û 60 mezrayan hat girtin.

Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet ji bo rêya 81 rêyan vekin dixebitin.

- Muş

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Nîhat Rençber got ku li seranserê bajêr rêya 31 gundan girtiye û ji bo vekirinê ekîb şev û roj dixebitin.

Ji ber berfê navenda bajêr çîl û spî bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE