Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be, li dora Van, Bitlis û Muşê berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be û ba ji aliyê başûr û rojava va nerm car carna nîveqewî bê. Li Gola Wanê jî ji rojava û başûrê rojava va di hêza 2 û 4an da bê.
Tê payîn ku di nav rojê da germahiya herî zêde li Van û Muşê 7, li Hakkariyê 6, li Bitlisê 4 pile be.
Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe bibînin.
AA