Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Van, Hakkari, Bitlis û Muşê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be, dem demî berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be û ba ji aliyê başûr û rojava va nerm car carna nîveqewî bê. Li Gola Vanê jî ji rojava û başûrê rojava va di hêza 3 û 5an da bê.
Tê payîn ku di nav rojê da germahiya herî zêde li Vanê 6, li Hakkari û Muşê 5, li Bitlisê 4 pile be.
Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe bibînin.
AA