Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li 6 bajarên Rojhilatê barana gur tê payîn

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan û Tunceliyê ji nîvro pê va barana gur wê bibare.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê pir ewrayî be, ji danê nîvro pê va li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan û Tunceliyê dem demî wê baraneke gur bibare.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan da zêde be, ji hêla başûr û başûrê rojava bayekî nîvqewî wê rabe, carna jî wê di nav saetê da di navbera 60 û 80 kîlomêtro da wek bahoz dewam bike.

Ji ber vê hişyarî hat dayîn ku divê welatî û rayedar baldar û bi tevdîr bin.

Li herêmê bi şev germa herî kêm li Qersê pileyek, li Erdexanê 2, li Agiriyê 4, li Erziromê 6, li Tuncelî û Îdirê 10, li Erzincanê jî 11 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdir û Tunceliyê 28, li Erzincanê 25, li Agiriyê 24, li Qersê 22, li Erziromê 21 û li Erdexanê jî 20 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE