Hat ragihandin ku li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, li aliyê bakur cî bi cî wê ewrayî be.
Ji danê nîvro pê va li bakurê Erziromê û li Erzincan, Qers û Erdexanê wê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê zêde bibe.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 37, li Tunceliyê 34, li Agirî û Erzincanê 32, li Qersê 31, li Erziromê 29 û li Erdexanê 27 pile tê payîn.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 8, li Qers û Erziromê 11, li Agiriyê 12, li Tuncelî û Erzincanê 15 û li Îdirê 22 pile hat pîvan.
AA