Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Ji bo Qers û Erdexanê hişyariya taviya bibirqetav!

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku li Qers û Erdexanê taviya bibirqetav dê were.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe û kêm ewrayî be.

Tê texmînkirin, li Qers û Erdexanê piştî danê nîvro tavî û taviya bibirqetav dê were.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Îdirê 37, li Erzinganê 36, li Agiriyê 35, li Erziromê 34, li Qersê 33 û her wiha li Erdexanê jî 29 pile be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE