Wisa tê texmînkirin ku piştî danê nîvrojê wê li Erzirom, Agirî, Qers, Îdir û Erdexanê taviya bibirqetav hebe.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa ewrayî û pir ewrayî be.
Piştî danê nîvrojê li Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê û der û dorên wan jî wê taviya bibirqetav hebe.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be wê ba ji bakur va nerm û car caran jî nîveqewî rabe.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 35, Erzincanê 33, Îdirê 32, Erdexanê 29, Agiriyê 29, Erziromê 28 û Qersê jî 27 pile be.