Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê taviya bibirqetav û berf tê payîn.
Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê ragihand ku li seranserê herêmê hewa wê ewrayî be, brûskê vedin û car caran jî wê baran bibare.
Hat destnîşankirin deverên bakur ên herêmê heta nîvrojê û piştî nîvrojê jî Erdexan û der û dora wê û deverên bilind wê di bin tesîra şilopeyê da bin.
Germahiya hewayê ya li herêmê gorî demsalê wê qasî 3-4 pileyî kêm be. Bayê ji alî başûr û rojhilatê başûr ra ku tê jî wê tesîra xwe car caran zêde bike.
Rayedaran got ku ji ber baranê li Erzirom û Agiriyê dibe lehî rabin, av li hin deran biqelibin û brûsk vedin û ev yek jî di jiyana rojane da dibe bibin sedema tengasiyan.
Germahiya hewayê di nav rojê da li Îdirê 28, Tunceliyê 26, Agiriyê 18, Qersê 17, Erzincanê 16, Erzirom û Erdexanê jî 9 pile tê payîn.
AA