Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Rojhilatê Anadoluyê ji bo 5 parêzgehan texmîna taviya bibirqetav.

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Tê texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 5 parêzgehan taviya bibirqetav dê tesîra xwe nîşan bide.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be.

Tê texmînkirin, li dewrûbera Agirî, Îdir, Qers û Erdexanê û her wiha li hêla bakurê Erziromê taviya binavber û taviya bibirqetav dê tesîra xwe nîşan bide.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 24, li Îdirê 19, li Erzingan û Agiriyê 18, li Erziromê 15, li Qersê 13 û her wiha li Erdexanê jî 11 pile be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE