Li cihên bilind ên Rojhilatê Anadoluyê berf û şilope tê payîn
ERZURUM (AA) - Li deverên bilind ên Erzirom, Qers û Erdexanê şilope û berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Heta danê êvarê li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê baranê bibare, li deverên bilind ên Erzirom, Qers û Erdexanê jî şilope û berf tê payîn.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê di navbera 2 û 4 pileyî da kêm bibe, ji hêla bakur va dem demî bayekî nîveqewî wê bê.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 22, Erzincanê 18, li Agirî û Îdirê 15, li Erziromê 12, li Qers û Erdexanê jî 7 pile tê payîn.
AA