Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, ji piştî nîvro pê va li Erzirom, Qers û rojavayê Agiriyê şilope, li herêmên bilind jî berfê bibare, li bajarên din jî bi navber şiliyê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê bi qasî 3-8 pileyan dakeve.
Bi şev germahiya hewayê li Erzirom, Qers û Erdexanê 0, li Agiriyê 1, li Îdirê 4, li Erzincanê 5, li Tunceliyê 7 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 17, li Erzincanê 15, li Agirî û Îdirê 13, li Erziromê 11, li Qers û Erdexanê 9 pile be.
AA