Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê qeşa û cemed, cî bi cî jî mij û xumam tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be.
Bi şev û serê sibê qeşa û cemed wê li herêmê çêbibe û cî bi cî jî mij û xumam tê payîn.
Germa hewayê ya herêmê wê li gor demsalê ji 2 pileyan heta 4 pileyî kêm bibe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erzincanê 3, li Îdirê 5, di binê sifirê da li Erdexanê 5, li Qersê 4, li Agirî û Tunceliyê 3 pile û li Erziromê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 10, li Erzincan û Agiriyê 9, li Îdirê 8, li Erzirom û Qersê 5 û li Erdexanê 3 pile tê payîn.
AA