Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Li Rojhilatê welêt qeşa û cemed tê payîn...

Ji Meteorolojiyê hişyarî!

Tê payîn li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sir û seqemê qeşa û cemed çêbibe û mij û moranê hebe.

Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê daxuyanî da û ragihand ku li seranserê herêmê wê hewa ewrayî be.

Hat gotin ku bi şev û ber destê sibehê wê qeşa û cemed çêbibe û li hin deran jî wê mij û moran hebe.

Germahiya hewayê tê payîn ku li gor asayiyên demsalê be û bayê ji alî bakur va bê tê jî wê car caran tesîra xwe zêde bike.

Li herêmê ji ber mij û moranê qada çavê mirov dibîne wê kêm bibe û ji ber vê jî tê xwestin ku bila şofêr bi baldar bin û hay ji qeşa û cemedê jî hebin.

Bi şev germahiya herî kêm li Îdirê 6, Tunceliyê 1, di bin sifirê da li Erdexanê 6, Agiriyê 5, Erziromê 4, Erzincanê 2 û Qersê jî 1 pile hat pîvandin.

Di nav rojê da jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 14, Erzincanê 12, Agiriyê 11, Îdirê 9, Erziromê 8, Qers û Erdexanê jî 7 pile tê payîn.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE