Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, qeşa, hişkî û mijê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li tevahiya herêmê hewa wê pir ewrayî be. Li Bidlîsê di navbera danê nîvro û êvarê da, li Hekariyê jî ji nîvro pê va berf wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor asta demsalê kêm be, ba jî wê ji hêla bakur û rojavayê nerm û car caran jî nîveqewî rabe. Li başûrê Wanê û Hekariyê dem demî bayekî xurt, li Gola Wanê jî di navbera 4-6 kîlomêtroyan da wê rabe.
Tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde wê li Wanê 0, di binê sifirê da li Mûşê 3, li Bidlîsê 4, li Hekariyê jî 2 pile be.
Ji ber rewşa hewayê hişyarî hat dayîn ku bila welatî ji bo şepe, qeşa, pûk û mijê bi tevdîr bin.
AA