Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, cemed û hişkiyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li seranserî herêmê hewa dê ewrsayî be.
Li herêma ku germahiya hewayê dê di bin asta demsalê da be, ba dê ji bakur nerm, carinan jî nîveqewî rabe.
Tê texmînkirin, germahiya herî zêde ya nava rojê li Hekariyê 7, li Wanê 5, di bin sifirê da li Mûşê 2 û li Bidlîsê jî pileyek be.
Her wisa tê texmînkirin, li herêmê cemed û hişkî dê çêbe û li hin ciyan jî mij û bûsî dê çêbe. Ji ber ku li berpal û kendalan rîska şepeyê heye, mirov divê baldar be.
AA